Di encama biryara binçavkirinê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser malên hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdax û Selahedîn Demirtaş. Polîsan li kesên li mala Yuksekdax bûn xistin û Yuksekdax binçav kirin. Selahedîn Demîrtaş jî piştî lêgerîna li mala wî, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, wekîlên HDP’yî yên ku piştî serdegirtinan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin ev in: Hevserokên giştî Fîgen Yuksekdax û Selahedîn Demîrtaş, cîgirê serokê Koma HDP’ê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, parlamenterên Amedê Nûrsel Aydoxan û Ziya Pîr, parlamenterên Şiexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encû, parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureya Onder, parlamenterê Colemêrgê Ebdulah Zeydan.
Tê
برچسب:
نویسنده: استخدام کار
تاريخ: جمعه
14 آبان
1395 ساعت: 14:06